Îro 16emîn Salvegera Serhildana 12ê Adarê ya Rojava ye

12 March 2020 14:59 0 dîtin
Îro 16emîn Salvegera Serhildana 12ê Adarê ya Rojava ye

PeyamaKurd  - Îro 16 sal di ser Serhildana 12ê Adarê ya Rojavayê Kurdistanê re derbas dibin. Di serhildanê de bi dehhezaran kes li dijî kuştina Kurdan ji aliyê rejîma Sûriyê ve derketin û peykerê Hafiz el Esed hat rûxandin û navend û baregehên hikûmeta Beisê şewitandin.

Di 12ê adara 2004an de hêzên rejîma Sûriyê gule berdane bi dehhezaran xwepêşanderên Kurd ku li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê derketibûn û di encamê de bi dehan kes canê xwe ji dest dan.

Bi dehhezaran kes li dijî kuştina kurdan ji aliyê rejîma Sûriyê ve derket

Destpêka serhildana 12ê Adarê li bajarê Qamişlo bi derketina sedhezaran kes li dijî kuştina Kurdan ji aliyê hêzên rejîma Sûriyê ve bû û pişt re li seranserê bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê û taxên Kurdan li Heleb û Şamê xwepêşandan belav bûbûn.

Meş û xwepêşandan li dijî rejîma Sûriyê di wê demê de bi Qamişlo  re sînordar nema û xwepêşanderan û berê xwe da tevahiya bajar û bajarokên  Rojavayê Kurdistanê û bi durşmên “Bijî Kurdistan! Şehîd namirin!” hatin xemilandin.

Peykerê Hafiz el Esed hat rûxandin û navend û baregehên hikûmeta Beisê hatin şewitandin

Cara ewil di dîroka rêjîma Beis de jî peykerê Serokê Berê yê Sûriyê Hafiz El-Esed li bajarê Amûdê ji aliyê xwepêşanderan ve hat rûxandin û ji Dêrikê heya bi Kobanî û Efrînê navend û bargehên hikûmeta Bes hatin şewtandin û jinavbirin û desthilata Beis jî li gelek bajarên Rojavayê Kurdistanê hatibû destxistin.

Di serhildana 12ê Adarê de zêdetirî 40  Kurdên Rojavayê Kurdistanê li çend bajarên cuda cuda şehîd bûn û bi sedan kes jî birîndar bûn.

Herwiha hêzên rêjîma Sûriyê zêdetirî 3 hezar kes bi hincetên cuda cuda zindanî kirin û hin ji wan bi salan di nava zindanan man, lê serhildan li wê salê ranewestiya û di sala 2011an de Kurdên wî perçeyê Kurdistanê tevlî Şoreşa Sûriyê bûn û careke din durişm û sembolên Partiya Beis anîne xwarê.