ERDHEJ | Tîma pispor a Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî gihîst Bakurê Kurdistanê

06 February 2023 22:35 0 dîtin
ERDHEJ | Tîma pispor a Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî gihîst Bakurê Kurdistanê

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihandibû ku wî îro 6ê Sibatê piştî erdheja mezin a li Bakurê Kurdistanê, saziyên hikûmetê, Wezareta Tenduristiyê û Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî raspardine ji bo alîkariyê bigihînin mexdurên erdhejê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî da zanîn, “Ji bo vê mebestê, heta niha 3 tîmên hawarhatinê û 25 ambûlans amade ne.”

Piştî peyama Serokwezîr Barzanî, îro danê êvarê hat ragihandin ku tîmên hawarçûnê û hejmarek ambulans gihîştine Bakurê Kurdistanê û da ku dest bi xizmeta mexdûrên erdhejê bikin.

Endamê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Rewa Hacî ji medya Kurdistanê re da xuyakirin ku tîmeke berfireh ji bo alîkariya mexdûrên erdhejê bi hemû pêwîstiyên bijîşkî hatiye amade kirin û yekem karwan jî bi rêya Deriyê Sînorî yê Navdewletî yê Îbrahîm Xelîl gihîşte Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê.

Tîma Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ji 15 wesayît û 50 karmendên şareza yên warên hawarçûna destpêkê û xizmetên bijîşkî pêk tê.

Rewa Hecî daye zanîn ku wê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ji bo alîkariya mexdûrên erdhejê yên li Rojavayê Kurdistanê jî alîkariyê bişîne û got: “Her rêyek hebe, tîmên me dê xwe bigihînin navçeyê û alîkariyên pêwîst pêşkêşî mexdûrên wê derê bikin, ku niha em bi temamkirina rêkarên îdarî mijûl in, da ku em ji xala sînorî ya navbera Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê derbas bibin.”