Erdogan: Amerîka ne ji bo me, ji bo wan herêma ewle pêk tîne
PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro li bajarê Meletiyê di gotareke xwe de, li ser mijra herêma ewle li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê bo lihevkirina ligel Amerîkayê got, “Hesabên ku me û rêxistina terorê bi hev re îdare bikin dikin. Tê fêmkirin ku hevpeymana me ne ku ji bo me, ji bo rêxistina terorê hewil dide herême ewle ava bike.”
Erdogan herwiha diyar kir, “Lê belê em dibînin ku tiştê em dixwazin û tiştê di serê wan de ne heman tişt e!”
Serokomarê Tirkiyê dubare gefa ketina Rojhilatê Firatê xwar û wiha axivî:
“Heta dawiya Îlonê heke li Rojhilatê Firatê herêma ewle pêk neyê, emê di riya xwe de biçin. Bila ev bê zanîn. Heke heta dawiya Îlonê em herêma ewle bi awayekî fiîlî nedin destpêkirin, ji xeynî ku em di riya xwe de biçin çareyeke din nîne. Ev wisa ne karekî bi 3-5 firînên helîkopteran û 5-10 wesayîtan bê kirin e.”
Hêjayî gotinê ye, Tirkiye û Amerîkayê 7ê Tebaxê li ser pêkanîna herêma ewle li hev kiribûn û di wê çarçoveyê de jî dest bi xebatên hevbeş kiribûn. Herî dawî îro jî hêzên Amerîka û Tirkiyê dewriyeyên hevbeş ên bejahî li ser xeta sînorê bo herêma ewle hatiye diyarkirin encam dabûn.
Tirkiye tevî rêkeftina ligel Amerîkayê jî bi awayekî yekalî dixwaze bi hinceta YPGê destwerdana leşkerî li Rojavayê Kurdistanê û Rojhilatê Firatê bike û wê herêmê bixe jêr kontrola xwe. Lê Amerîka destûra vê yekê nade û bi riya lihevkirina herêma ewle dixwaze Tirkiyê razî bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin