Erdogan bangî alema Îslamê kir û got: Hûn li benda çi ne?

30 May 2024 09:04 0 dîtin
Erdogan bangî alema Îslamê kir û got: Hûn li benda çi ne?

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan derbarê şerê Îsraîl û Xezzeyê da daxuyanî da.

Erdogan bal kişand ser êrîşên Îsraîlê yên li Xezzeyê jî, bertek nîşanî DYAyê da.

Erdogan ev tişt gotin:

“Ey DYA, tu berpirsê qetlîamê yî”

“Ez nikarim dîmenên Refahê ragirim. Bi êrîşên li ser Refahê re derbasî qonaxeke bi xwîntir bû. Di we de şopa mirovatiyê nemaye? We ji 15 hezar zarokên bêguneh çi xwest? Ey dewleta Amerîkayê, ev xwîn li destê te jî ye. Ji vê jenosîdê hûn jî bi qasî wan berpirsiyar in.

Ji ber ku hûn bêdeng man. Li Xezzeyê mirovahî dimire, li Ewropayê demokrasî dimire, azadiya ramanê û mafên zarokan jî dimirin. Dinya li barbariya maniakekî temaşe dike. Ey NY, fêda tu didî çi ye? Dinya bi weşana zindî li barbariyê temaşe dike.”

“Alema Îslamê, hûn li benda çi ne?”

“Ez ji vir çend gotinan ji alema Îslamê re dibêjim. Hûn li benda çi ne? Stûyê zarokan tê jêkirin, mirovan di konan de dişewitînin. Hûn ê kengê hev bibînin? Alema Îslamê wê kengê maf û rûmeta birayên min ên Filistînî biparêze?

Ez sond dixwim, Xwedê wê hesabê vê yekê jê bipirse. Xwedê wê ji wan kesên ku bêbersiv dimînin hesab bipirse. Bi dîtina we ev barbarî bi Xezzeyê ve sînorkirî ye? Ji vexwarina xwînê qet têr nabin. Ev ne tenê ji bo Xezzeyê ji bo hemû mirovahiyê xeter in.

Bêyî ku Îsraîl bikeve bin kontrola hiqûqa navneteweyî, tu dewlet ne ewle ye. Tirkiye jî di nav de ye. Divê ev jenosîd tavilê, bi hevalbendiya mirovahiyê re, berî ku Netanyahu û tora wî ya kuştinê bi tevahî ji kontrolê derkeve, were sekinandin."