Îran: Alema Îslamê, êdî vê bêhurmetiyê ranagire

22 August 2023 16:00 0 dîtin
Îran: Alema Îslamê, êdî vê bêhurmetiyê ranagire

PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Ebdullahiyan bang li Denmark û Swêdê kir ku êrîşên li dijî Qurana Pîroz lê tê kirin kir û got ku alema Îslamê êdî vê bêhurmetiyê ranagire.

Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a Fars Newsê, Ebdullahiyan li avahiya wezaretê ya li Têhranê bi hevtayê xwe yê Maleziyayê Zambrî Ebdulkadir re civîneke çapemeniyê li dar xist.

Li gorî nûçeyê, Ebdullahiyan di derbarê hevdîtinê de got ku “Di hevdîtina xwe ya li gel Wezîrê Derve yê Malezyayê de me bêhurmetiya li hember pirtûkên pîroz, olên Îbrahîmî û Quranê bi tundî şermezar kir. Li ser navê Komara Îslamî ya Îranê em ji Swêd û Denmarkê dixwazin ku piştevaniya alema Îslamê û cîhanê bikin.”

Abdullahiyan diyar kir ku heger li Denmarkê û Swêdê bêhurmetiya li hemberî Qurana Pîroz berdewam bike, dê li Ewropayê radîkalîzm, tundî û teror zêde bibe û wiha got:

"Di Civîna Wezîrên Karên Derve yên Teşkîlata Hevkariya Îslamî de boykotkirina kelûpelên Swêdî û Denmarkî hat rojevê. Ev mijar dê ji aliyê wezîrên karên derve yên welatên îslamî ve were şopandin. Swêd û Denmark beriya ku dereng bibe, divê meyla xwe ya şaş binirxînin."