Erdogan derziya koronayê li xwe da: Ez jî asî bûm!

14 January 2021 21:13 0 dîtin
Erdogan derziya koronayê li xwe da: Ez jî asî bûm!

PeyamaKurd – Piştî ku doh 13ê Çile li Tirkiye û bakurê Kurdistanê helmeta derzîkirina bo vîrusa koronayê Covid-19 dest pê kir, îro êvarê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî li Enqereyê derziya koronayê ya ji Çînê hatiye (Coronavac) li xwe da.

Erdogan li Nexweşxaneya Bajêr a Enqerê derziya koronayê li xwe de û piştî derzîkirinê li ser medya civakî got, ‘Ez jî aşî bûm’ û ragihand ku heta niha bi awayekî serkeftî 254 hezar karmendên tenduristiyê hatine derzîkirin û armanca wan di demeke nêzîk de derzîkirina hemû hemwelatiyan e.

Erdogan got ku wê li nêzîk bi qasî 25-30 milyon derziyên din ên koronayê ji Çînê werin û xebatên derziyên xwemalî jî berdewam dikin ku çav li rê ye heta mehên biharê bigihîjin encamê.