Erdogan: Di siyasetê de dilmayîna heta hetayê nabe

18 November 2022 15:30 0 dîtin
Erdogan: Di siyasetê de dilmayîna heta hetayê nabe

PeyamaKurd- Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan, piştî Lûtkeya G20ê ya ku li Endonezyayê hat rêvebirin, pirsên rojnamevanan bersivandin. Erdogan, li ser pirsên hevdîtina ligel Beşar Esad jî bersivên erênî dan.

Recep Tayip Erdogan, li ser pirsên bê ka dê ligel Serokê Dewleta Suriyeyê Beşar Esad hevdîtinek çêbibe yan na? Bersivên erênî da û da zanîn ku di siyasetê de xeyd û dilmayîn ne mayînde ye.

Erdogan got, “Di siyasetê de dilmayîn, şikestin û xeyd, heta hetayê dewam nake. Kengî ku dema wê hat, hûn dikarin rûnin, binirxînin û li gorî wê jî nûbûnek çêbikin. Niha em wekî Tirkiye, di van mijarên ku em ligel welatan di nav tengezariyan de ne, em dikarin têkiliyên xwe ji nû ve bigirin dest.

Jixwe piştî hilbijartinên hezîranê, em dikarin ji serê ser ve dest pê bikin. Înşeallah, em ê li gorî wê di rêya xwe de dewam bikin."