Erdogan: “Em 1 mîlyar Euroyê we naxwazin”
PeyamaKurd- Piştî ku Tirkiye deriyên xwe yên Awrûpayê bo koçberan vekir û koçber derbasî Awrûpayê bûn, Yekîtiya Awrûpayê kete nav tevgerê û ji serokkomarê Tirkiyê Tayip Erdoğan re gotin ku bo Tirkiye li koçberan serf bike, wê 1 mîlyar Euro pere ji Tirkiyê re bişînin. Erdoğan bo mijara pereyan bertekê nîşanî Awrûpa da û got:
“We soz da ku 6 mîlyar Euro pere bişînin Tirkiyê. Ka pere dan? Na. Niha dibêjin wê 1 mîlyar Euro bişînin. Hun kî dixapînin? Nema em wî pereyi jî dixwazin.”
Serokkomarê Tirkiyê Erdoğan axaftina xwe piştî civîna bi serokwezîrê Bûlgaristanê re bi Boyko Borisov re qedand, derket pêş çapemeniyê û bi hevre cvînekî çapemeniyê kirin. Erdoğan got ku Tirkiye 9 sale di ser 4 mîlyon kesan de koçber xwedî dike lê dewletên Awrûpayê mijarê fêm nakin. Me berê jî ji wan re got eger barê Tirkiyê parvenekin wê deriyan vekin.
Erdoğan got ku her koçber serbeste û bixwaze here kîjan welatî dê here. Yûnanistan ji niha de, îro 2 koçberan kuşt û 1 jî birîna wî xedar e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin