Erdogan: Em nikarin endamtiya rêxistinên terorê ya NATOyê qebûl bikin
PeyamaKurd-Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan, îro piştî nimêja înê daxuyaniyek da çapemeniyê. Recep Tayip Erdogan di daxuyaniyê de bal kişand ser endamtiya Swêd û Finlandiyayê ya ji bo NATOyê. Erdogan got, ‘Em nikarin endamtiya rêxistinên terorê yên ji bo NATOyê qebûl bikin.’
Serokomarê Tirkiyeyê, nêrîna xwe ya di derbarê endamtiya Swêd û Finlandiyayê de ya ji bo NATOyê, dubare kir. Erdogan di axaftina xwe de da zanîn ku wî ligel Serokwezîrê Hollandayê hevdîtineke dorfireh kiriye. Erdogan bi berdewamî got, “Ji bo ku sibê hevdîtin çêbibe, daxwaza Îngîltere û Finlandiyayê heye. Bi heman awayî dê bi Stoltenberg re jî hevdîtinên me çêbibin. Ji bo ku em hevdîtinên dîplomatîk ên bi rêya telefonê qut nekin, em ê hevdîtinan bidomînin.”
Erdogan di dewama daxuyaniyê de got, “Piştî ku hemû belgeyên rêxistinên terorî di destên me de bin, em mexdûr in. Heger em hesasiyetên NATOyê yên di derbarê terorê de bizanibin, em ê endamtiya rêxistinên terorî yên ji bo NATOyê, erê nekin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin