Erdogan ji bo besdarî civîna Desteya Gistî ya NYê bibe ber bi Amerîka ve bi rê ket

17 September 2022 16:20 0 dîtin
Erdogan ji bo besdarî civîna Desteya Gistî ya NYê bibe ber bi Amerîka ve bi rê ket

PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan ji bo beşdarî 77emîn Desteya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bibe ber bi Amerîkayê ve bi rê ket.

Serokatiya Ragihandina Serokkomariya Tirkiyê diyar kir, şeva borî 16ê Îlona 2022an Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan piştî Lûtkeya Rêxistina Alîkariyê ya Şangayê ya li Ozbekistanê bi armanca beşdarbûna 77emîn Civîna Desteya Giştî ya Netweyên Yekbûyî bi balafireke taybet bi şandeke wezîrên welatê xwe re ber bi bajarê New Yorkê yê Amerîkayê ve bi rê ketiye.

Hat eşkerekirin ku şanda bi Erdogan re ji Serokê Îstixbarata Tirkiyê Hakan Fîdan, Wezîrên Darayî, Berevanî, Bazirganî, Serokê Ragihandina Serokkomariya Tirkiyê û Berdevkê AKPê pêk tên.

Herwiha tê çaverêkirin ku Serokkomarê Tirkiyê di vê serdana xwe de civîneke taybet bi Serokê Amerîkayê Joe Biden re li ser Rojavayê Kurdistanê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk de bike ku hevbeşê sereke yê Amerîkayê ye di rûbirûbûna dijî DAIŞê de.