Sûdanî ji bo besdarî civîna Civata Gistî ya Netewên Yekgirtî bibe ber bi Amerîkayê ve birê ket

18 September 2023 11:12 0 dîtin
Sûdanî ji bo besdarî civîna Civata Gistî ya Netewên Yekgirtî bibe ber bi Amerîkayê ve birê ket

PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro ji bo beşdarî 78emîn civîna Civata Giştî ya Netewên Yekgirtî bibe, bi ber Amerîkayê ve birê ket.

Ofîsa ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê di daxuyaniyekê de da zanîn, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro 18ê Îlonê ber bi New Yorkê birê ket.

Li gor di daxuyaniyê de hat diyarkirin, Serokwezîrê Iraqê ji bo beşdarî 78emîn civîna Civata Giştî ya Netewên Yekgirtî bibe, diçe New Yorkê.

Herwiha hat ragihandin, biryar e Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî di Civata Giştî ya Netewên Yekgirtî de gotarekê pêşbêş bike.

Ev di demekê de ye, Cîgirê Serokwezîrê Iraqê û Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên roja Şemiyê bi mebesta beşdarbûna di civînên Civata Giştî ya Netewên Yekgirtî de, gihîşt New Yorkê.

Civîn, gotar û çalakiyên din ên Civata Giştî ya Netewên Yekgirt îsal wê ji 18 heta 26ê Îlonê bên kirin.