Erdogan û Kazimî rewsa Singalê û pirsên ewlehiyê gotûbêj kirin
PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û Serkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, pêwendiyeke telefonî pêk anîn û pirsên ewlehiyê û rewşa Şingalê guftûgo kirin.
Li gor daxuyaniya Serokomariya Tirkiyê, Erdogan û Kazimî di pêwendiya telefonî de, behsa pirsên leşkerî, îstixbarî û bazirganî kirin.
Herwiha hatiye ragihandin ku Erdogan xweşhaliya xwe ji bo pêşhatên erênî yên pêwendiyên leşkerî, îstixbaratî û aborî ji Kazimî re nîşan daye û daxwaz jê kiriye, hevahengiya her du aliyan ya derbarê rûbirûbûna terorê de zêde bibe.
Serokomariya Tirkiyê daye xuyakirin, Erdogan bal kişandiye ser hebûna PKKê li Qendîl, Mexmûr û Şingalê û ji Serokwezîrê Iraqê re gotiye, wan ti navendeke tenduristiyê li Şingalê bombebaran nekiriye, lê belê wan baregeh û endamên PKKê armanc kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin