Erebistana Si’ûdiyê serkonsolosê xwe yê Lubnanê vekisand û îtxalatê jî da rawestandin

30 October 2021 00:47 0 dîtin
Erebistana Si’ûdiyê serkonsolosê xwe yê Lubnanê vekisand û îtxalatê jî da rawestandin

PeyamaKurd – Li ser rexnekirina wezîrê Lubnanê yê Enformasyonê George Kardahi ku rexnê li Riyadê kiribû, Erebistanê serkonsolosê xwe yê Lubnanê Welid bin Abdullah el-Buhari bi paşde vekişand û temamê îtxalata ku ji Lubnanê dikir da rawestandin. Li aliyê dinê serokwezîrê Lubnanê Mîkatî ji Erebistanê xwest ku biryara xwe car din di ber çavde derbas bike.

Ajansa fermî ya Erebistanê SPA ragihandinê kir û got ku wezîrê Lubnanê li Erebistane heqaretê kiriye. Di SPA yê de hat ragihandin ku Erebistan, ji serkonsolosê Lubnanê yê li Riyadê ji Fewzî Kabarra xwestiye di nav 24 sietan de Erebistanê terk bike.

Di fermanê de dibêje ku heya fermanekî dinê, wê temamê îtxalata ji Lubnanê bê rawestandin. Di beyana Erebistanê de hat gotin ku Hîzbûllaha Lubnanê çawa zerarê dide têkiliyên Beyrûdê û Riyadê, Hîzbûllahê weka terorîst navandiye û çawa li ser navê dewleta Lubnanê biryarê dide û ji bo armancên xwe bicîh bîne, Lubnanê weka baregeh bikartîne.

Di beyanê de têgotin ku Hîzbûllah temamê lîmanan xistiye bin kontrola xwe, tevî hişyariya Erebistanê di nava malên îxracê yên Beyrûdê ji bo Erebistanê sewqiyata maddeyên hişbir dike û ranaweste.