Hisyariya Lubnanê ji Erebistana Siûdî! Ji welat derkevin!
PeyamaKurd – Balyozxaneya Erebistana Siûdî li Beyrûtê ji welatiyên xwe xwest ku di zûtirîn dem de axa Lubnanê terk bikin û hişyarî da wan ku nêzîkî deverên şerê çekdarî nebin.
Li gor nûçeya ajansa fermî ya Erebistana Siûdî SPAyê, di daxuyaniya nivîskî ya Balyozxaneyê da welatiyên Erebistana Siûdî ji bo li herêmên ku pevçûnên çekdarî diqewimin nemînin û nêzikî wan nebin hatin hişyarkirin û hat xwestin ku tavilê ji axa Lubnanê derkevin. .
Di daxuyaniyê de herwiha bal hat kişandin ser girîngiya pabendbûna bi biryara qedexekirina sefera Erebîstana Siûdî bo Lubnanê.
Di pevçûnên di navbera komên Filistînî ku Tevgera Fetih jî di nav de ye, ji 29ê Tîrmehê vir ve li Eyn Helva ku mezintirîn kampa penaberên filistînî li Lubnanê ye, 12 kes mirin û zêdetirî 60 kes jî birîndar bûn.
Bi navbeynkariya aliyên Lubnanî di 31ê Tîrmehê de hatibû ragihandin ku di navbera komên filistînî yên li kampê de agirbest hat ragihandin. Tevî vê yekê jî dem bi dem di navbera aliyan de pevçûn didomin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin