Êrîsî baregeha Amerîkayê ya li Hesekê kirin!
PeyamaKurd – Derengiya şevê li dijî baregeha Hîmo ya Hesekê ku hêzên Amerîkayê lê bicih bûne, bi roketan êrîşek pêk hat.
Balafireke kargo ya artêşa Amerîkayê îro danê sibê li baregeha Karab El-Cir a gundewarê Rumeylanê li bakurê Hesekê danî.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin girtin, derengiya şevê ji aliyê komên bi piştgiriya Îranê ve li dijî baregeha Hîmo ya Hesekê ku hêzên Amerîkayê lê bi cih bûne, êrîşek bi roketan hat kirin.
Li gorî nûçeyê, nayê zanîn ku di êrîşê de kuştî yan birîndar hene.
Karbidestên Amerîkî hîn derbarê êrîşê de daxuyanî nedane.
Li aliyê din Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan diyar kir ku îro danê sibê balafireke barhilgir ya Amerîkî ku alavên leşkerî, cebilxane û malzemeyên lojîstîk hilgirtibû, li baregeha Karab El-Cir li gundewarê Rumeylanê li bakurê Hesekê ku hêzên Amerîkî lê bicih bûne danî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin