Êrîsî baregeha Eyn el-Esedê kirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li rojavayê Iraqê li parêzgeha Enbarê li derdora baregeha leşkerî ya Eyn el-Esedê bi 2 moşekan êrîşek hat kirin.
Di daxuyanîya ku ji aliyê çavkaniyên ewlekariyê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku di saetên serê sibê de li derdora Baregeha Eyn el-Esed a ku hêzên Amerîka û koalîsyonê lê bicih bûne êrîşeke bi moşekan hatiye kirin.
Hat ragihandin ku êrîş bi 2 moşekan hatiye kirin û di encama êrîşê de ti ziyanên canî û madî çênebûne.
Komên çekdar ên Şîe piştî bûyerên 7ê Cotmehê li Şerîda Xezzeyê êrîşên xwe li ser baregehên hevpeymanan li Iraq û Sûriyê zêde kirin.
Amerîka ku 900 leşkerên wê li Sûriyê û 2 hezar û 500 leşkerên wê li Iraqê hene, ragihand ku armanca şandina wan leşkeran şîretkirina hêzên xwecihî û alîkariya wan ji belavbûna DAIŞê ye.
Li gorî Pentagonê, ji nîvê meha Cotmehê ve zêdetirî 90 êrîş li ser hêzên Amerîkî li Iraq û Sûriyê hatine kirin û di encamê de herî kêm 66 leşker birîndar bûne û ziyaneke hindik li baregehên wan bûye.
Karbidestên Amerîkî tekez dikin ku ew ê bersiva her êrîşekê li ser hêzên wan bidin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin