'Ew' welat pistgiriya F-16yan ji bo pîlotên Ukraynî dide

03 January 2024 19:47 0 dîtin
'Ew' welat pistgiriya F-16yan ji bo pîlotên Ukraynî dide

PeyamaKurd – Li gorî daxuyaniya Wezîrê Parastinê ya Rûsyayê roja Çarşemê, Norwêc wê 2 balafirên şer ên F-16 bişîne Danîmarkayê da ku beşdarî perwerdekirina pîlotên Ukraynayê di warê bikaranîna balafirên Amerîkayê da bibe.

F-16 di lîsteya daxwaza Ukraynayê de bûn, ku hewl dide hêza xwe ya asmanî di şerê bi Rûsyayê re bihêz bike û Norwêcê par ragihandibû ku ew ê ligel Danîmarka, Hollanda û welatên din beşdarî balafiran bibin.

Wezîrê Parastinê Bjoern Arild Gram jî di daxuyaniya xwe de got ku Norwêcê ji bo perwerdekirina pîlotên Ukraynayê 10 mamoste şandin Danîmarkayê.

Hêza hewayî ya Norwêcê F-16ên xwe bi modela pêşkeftî ya nifşê nû, F-35 veguherand.