Fermandarê AFRICOMê li Lîbyayê bi general Hafter re hevdîtin kir

22 September 2023 01:46 0 dîtin
Fermandarê AFRICOMê li Lîbyayê bi general Hafter re hevdîtin kir

PeyamaKurd – Fermandarê hêzên Amerîkayê AFRICOMê general Michael Langley li Lîbyayê bi generalê muxalifê hukumeta niha ya Lîbyayê bi Hafter re hevdîtin kir. Her dû teref li ser hukumeteka bijartî û yekgirtina hêzên leşkerî yên her dû terefan axifîn.

Ragihandin ji terefê konsulxana Trablûsê ya Amerîka de hat kirin. Li gor sefaretê; hevdîtina general Langley û general Hafter li bajarê Bîngaziyê çêbûye.

Di hevdîtina wan de, konsolosê Amerîkayê yê Trablûsê û hem nûnerê taybet ji bo Lîbyayê Richard Norland jî amade bû. Li ser meseleyên hilbijartina di rêya demokratîk de, avakirina hukumetekî netewî, yekkirina artêşê, rakirina leşkerên bi pere ji ortê û avakirina desthilata netewî mijarên wan bûn.

Di hevdîtinê de behsa lehiya ku li Lîbyayê rabû û li ser encama lehiyê û xebatên li devera bobelatê jî axifîn. Di civînê de her weha behsa têkoşîna li dijî terorê jî hat kirin.