Fermandarê Îranî êrîsê medya Erebistana Si’ûdî kir

18 October 2022 00:00 0 dîtin
Fermandarê Îranî êrîsê medya Erebistana Si’ûdî kir

PeyamaKurd – Piştî kuştina keça Kurd Mahsa Emînî ji aliyê polîsên Tehranê de, di 16 ê êlûnê de li Îranê û Kurdistanê xwepêşandanên aştiyane destpêkirin, fermandarê leşkerî yê parastvanên Şoreşê tumgeneral Huseyn Selamî êrîşê medya Erebistanê kir û got ku medya Erebistanê xwepêşandêrên nav Îranê dehf dide nav çalakiyan.

Li gor ajansa Tasnimê ya Îranê; Selamî li ser sînorê Azerbeycanê, nêzî çemê Arasê di tetbîqata leşkerên bejayî de ji bo leşkeran axaftinekî kir. Huseyn ji bo rêvebiriya Erebistanê weha got:

“Ez we hişyar dikim da hun medya xwe kontrol bikin. Medya we gêncên me dehf dide nav çalakiyan. Armanca we, hun di rêya medyayê de destê xwe bixin nav karên me. Ciyên we yên qels jî hene ku em êrîş bikin.”

Fermandar, bi xwe nav neda lê ajansa Tasnimê navê tv ya ku navenda wê Londra ye navê "Iran International TV, navenda wan Erebistan tv yên Al Arabia û Al Hadath" ê da.