Fînlanda 12ê Gulanê biryara xwe ya dawî bo endamtiya NATOyê eskere dike

02 May 2022 21:07 0 dîtin
Fînlanda 12ê Gulanê biryara xwe ya dawî bo endamtiya NATOyê eskere dike

PeyamaKurd – Rojnameya Fînlandî Iltalehti ragihand ku dê Serokomarê Fînlandiya Sauli Niinistö piştî hevdîtina ligel berpirsên hikûmetê re, biryara dawî bo serlêdana fermî ya endamtiya NATOyê bide.

Hat ragihandin ku wê di civîna serokomar a ligel kabîneya Fînlandiya de dengdana beşdarbûna NATOyê bê encamdan û Serokomarê Fînlandiya Sauli Niinistö biryara dawî ya bo endamtiya NATOyê 12ê Gulanê ragihîne.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di navbera welatê Fînlanda yê Baltikê û Rûsyayê de bi qasî dirêjiya 810 mîlan sînorê bejahî heye û heger endamtiya wê bê qebûlkirin jî tê çaverêkirin NATO li gorî mercên endamtiyê fuzeyên hîpersonîk li wan sînoran bicih bike.

Li aliyê din Wezîra Derve ya Swêd Ann Linde jî ragihandiye ku wê Swêd û Fînlanda hevdem serlêdana xwe ya NATOyê bikin û ew gihîştine biryara dawî.