YEyê biryara destpêkirina danûstandinên endamtiya Bosna Hersekê da
PeyamaKurd - Serokên Yekîtiya Ewropayê (YE) destpêkirina muzakereyên endamtiyê yên bi Bosna Hersekê re qebûl kirin.
Bosna Hersekê 8 sal berê ji bo endamtiyê serî li YE dabû.
Komîsyona Ewropî ku dezgeha birêvebir a YEyê ye, hefteyekê berê pêşniyaza destpêkirina danûstandinên endamtiyê yên bi Bosna û Hersekê re kiribû.
Serokên dewlet û hikûmetên 27 welatên endamên yekîtiyê ku ji bo Lûtkeya Serokên YEyê li Brukselê kom bûn, biryara destpêkirina muzakereyên bi Bosna Hersekê re dan, lê belê yekîtiyê ragihand ku ji bo danûstandin wek fermî destpê bikin, pêwîstî bi pêkanîna hin reformên gring ku divê Bosna Hersek pêk bîne heye.
Serkirdeyên YE, ji bo danûstandinan dîrokekê diyar nekirin.
Piştî van geşedanan Serokê Konseya Ewropayê (KE) Charles Michel Bosna Hersekê pîroz kir û got: "Cihê we di nav malbata Ewropayê de ye."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin