Tirkiye: Endamtiya YEyê hedefeke stratejîk e, bila Ewropa biryara xwe bide
PeyamaKurd - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ragihand: "Endamtiya Yekîtiya Ewropayê (YE) ji bo Tirkiyeyê hê jî hedefeke stratejîk e. Heger YE naxwaze divê biryara xwe bide."
Çavuşoglu piştî hevdîtina ligel Wezîrê Karên Derve yê Slovakyayê Miroslav Lajcakê, Wezîrê Karên Derve yê Çekyayê Tomas Petricek, Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Polonyayê Marcin Przydaczê û Wezîrê Karên Derve yê Macaristanê Peter Szijjartoy ya Civîna 4emîn ya Wezîrên Karên Derve yên V4+Tirkiyeyê ku li Bratislavaya paytexta Slovakyayê bi beşdariya Tirkiye û dewletên Koma Vişegradê hat lidarxistin da axaftinek kir.
Çavuşoglu li Slokwakyayê da xuyakirin, "Endamtiya Yekîtiya Ewropayê ji bo Tirkiyê hê jî hedefeke stratejîk e. Heger YE naxwaze divê biryara xwe bide."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin