Leyen: Divê danûstandinên endamtiya Ûkrayna ya YEyê destpê bikin

11 June 2024 15:40 0 dîtin
Leyen: Divê danûstandinên endamtiya Ûkrayna ya YEyê destpê bikin

PeyamaKurd - Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) Ursula von der Leyen diyar kir ku Ûkrayna hemû gavên pêwîst ên beşdariya YEyê bi cih anîne û divê heta dawiya meha Pûşperê danûstandinên endamtiya Ûkrayna ya YEyê dest pê bikin.

Von der Leyen di axaftina xwe ya di Konferansa Başkirina Ûkraynayê ya ku li Berlîna paytexta Almanyayê pêk hat de got: “Kharkov Ewropa ye. Ûkrayna Ewropa ye. Yekîtiya me, mala Ûkraynayê ye.

Von der Leyen diyar kir ku Ûkrayna hemû gavên ji bo beşdarî YEyê bibe hatine diyarkirin avêtiye û dom kir: "Ji ber vê yekê em di wê baweriyê de ne ku divê YEyê, heta dawiya vê mehê bi ûkraynayê re dest bi danûstandinên endamtiya wê bike."

Von der Leyen destnîşan kir ku wê piştgiriya YEyê ya ji bo Ûkraynayê bidome û diyar kir ku di meha Tîrmehê de wê ji dahata saman û rezervên Rûsyayê yên hatine desteserkirin 1,5 milyar euro ji bo Ûkraynayê bê bikaranîn.

Von der Leyen diyar kir ku ji sedî 90ê wan dahatan wê ji bo parastinê û ji sedî 10 jî ji bo jinûveavakirina Ûkraynayê bê xerckirin.

Seroka Komîsyona YEyê Ursula von der Leyen da zanîn ku ew ê di Lûtkeya G7ê ya ku wê li Îtalyayê bê li darxistin de vê mijarê gotûbêj bikin.