Fînlanda hêzên xwe yên li Iraqê li Kurdistanê bicih dike

26 December 2019 16:47 0 dîtin
Fînlanda hêzên xwe yên li Iraqê li Kurdistanê bicih dike

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Hikûmeta Fînlandayê biryar daye di sala 2020an de hêzên xwe yên leşkerî ji Iraqê bikişîne û li herêma Kurdistanê bicih bike.

Malpera Yel a Fînlandayê ragihand, nêzîkî 80 leşker û şêwirmendên leşkerî yên Fînlandayê ji destpêka sala 2020an ve binkeyên xwe yên li Iraqê vala dikin û li herêma Kurdistanê tên bicihkirin.

Herwiha çavkaniyên leşkerî yên Fînlandî jî eşkere kirine ku hêzên wan li Hewlêrê dê bicih bibin û wek beşek ji Hevpeymaniya dijî DAIŞê, alîkariya leşkerî û şêwirmendî pêşkeşî hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bikin.

Di nûçeyê de hatiye gotin ku dê beşek ji erkên leşkerên Fînlandî ya perwerde û rahênana ligel hêzên Pêşmerge bo amade kirina eniyeke bihêz li dijî egera serî rakirina DAIŞê be.