Fransa: Wê Amerîka hêzên xwe ji Iraqê veguhêze Kurdistanê

31 January 2021 21:21 0 dîtin
Fransa: Wê Amerîka hêzên xwe ji Iraqê veguhêze Kurdistanê

PeyamaKurd – Li gorî raporeke îstixbarata Fransayê, rêveberiya Amerîkayê li ser kar dike ku ji ber nebûna ewlehiyê hêzên xwe yên li Iraqê veguhêze Herêma Kurdistanê.

Di rapora ku îstixbarata Fransayê li ser hêzên Amerîkî yên li Iraqê amade kiriye deye, tê gotin ku rêveberiya Amerîkayê hewldaneke cidî bo veguhestina hêzên xwe bo herêma Kurdistanê daye destpêkirin.

Malpera İntelligence online ragihandiye ku rêveberiya Amerîkayê ji ber êrîşên berdewam ên li ser Herêma Kesk a Bexdayê dixwaze hêzên xwe yên li Iraqê li Herêma Kurdistanê bicih bike.

Hêjayî gotinê ye, rêveberiya Washingtonê sala 2020an biryar dabû hêzên xwe yên li Iraqê kêm bike û Wezareta Berevaniya Amerîka (Pentagon) jî difikire 2 hezar û 500 leşkerên Amerîkî yên li Bexdayê bikişîne Herêma Kurdistanê.

Li aliyê din Amerîka konsolxaneya herî mezin a Amerîkî li cîhanê li Hewler a paytexta Herêma Kurdistanê ava kiriye ku biryare di nav sala 2022yan bi fermî dest bi kar bike.

Li gorî zanyariyan Amerîkayê 600 milyon dolar bo avahiya konsolxaneya Hewlêrê xerc kiriye ku erda konsolxaneyê dikare wekî baregeheke leşkerî jî were bikaranîn.