Fransa wê pistgiriya bo Herêma Kurdistanê berdewam dike
PeyamaKurd – Serokwezîr Mesrûr Barzanî, di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li Konferansa Ewlehiya Cîhanê ya Munîh a Almanyayê de, bi Wezîrê Derve yê Fransayê Jean Yves Le Drian re hevdîtinek pêk anî û herdu aliyan guhertin û pêşhatên Iraqê û deverê û hewlên pêkanîna hikumeta nû ya Iraqê gengeşe kirin.
Wezîrê derveyê Fransayê destnîşan kir ku dê Fransa piştîvanîya Herêma Kurdistanê bidomîne û giringîya mayîna hêzên Hevpeymanan li Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo berengabûna DAIŞê anî ziman.
Serokê hikumeta Herêma Kurdistanê spasîya Fransayê kir bo piştîvaniya berdewam a wê bo Herêma Kurdistanê û bo helwesta dostane ya wê beramber bi gelê Kurdistanê.
Di civînê de, derbarê pêkanîna hikumeta nû ya Iraqê jî tekezî li ser wê yekê kir ku pêwîste rêz li qeware û mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê bê girtin û sazîyên fermî yên Herêma Kurdistanê nûnerên Herêma Kurdistanê di dikumeta nû ya Iraqê de destnîşan bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin