Fûad Husên ji BBC re axivî: Me dikisînin nav serekî ne yê me ye!

11 February 2024 12:00 0 dîtin
Fûad Husên ji BBC re axivî: Me dikisînin nav serekî ne yê me ye!

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Iraqê Fûad Husên derbarê êrîşên milîsên Îranê û Amerîkayê yên li hemberî hev dikin de, ji BBCyê re axivî û got, Iraqê dikişînin nav şerekî ku ne yê wan e.

Husên da zanîn ku demên dawî rageşîya navbera Îran û Amerîkayê gihîştiye asta herî bilind û got: “Hêvîdarim herdu alî jî êrîşan rawestînin. Pirsgirêkan nikarin li nav axa Iraqê çareser bikin. Me gelekî bedêl dane.”

Fûad Husên diyar kir ku niha li Iraqê 2 hezar 500 leşkerên amerîkî ji 2014an ve li ser erka xwe ya têkoşîna dijî DAIŞê ne û danûstandinên bo vekişîna wan dewam dikin.

Herwiha Fûad Husên bibîr xist ku iraqî hebûna hêzên biyanê naxwazin û ev yek hem ji bo leşkerên amerîkî hem jî ji bo komên Îran piştevaniya wan dike derbas dibe.