Gelo Amerîka 14 hezar leskerên din disîne?
PeyamaKurd – Piştî daxuyaniya Serokê Amerîkayê Trump ku ew leşkerên xwe ji Sûriyê vekişînin demeke dirêj derbas bû hat diyarkirin ku wê rêveberiya Amerîkayê li hemberî hêzên Îranê 14 hezar leşkerên din bişîne Rojhilata Navîn.
Yek ji rojnameyên serekî yên Amerîkayê Wall Street Journal(WSJ) ev yek îdia kir.
‘Li hemberî hêzên Îranê 14 hezar leşker’
Di nûçeyeke WSJyê de ku bi îmzeya Gordon Lubold û Nancy A. Youssef hatiye belavkirin de ku xwe dispêrê rêveberekî payebilind ê Amerîkî ku navê wî nehatiye eşkerekirin, rêveberiya Trump plan dike ku 14 hezar leşkerên din û zêdetirî 10 keştiyan û kel û peşên leşkerî bişîne Rojhilata Navîn.
Wî rayedarî daye zanîn ku, tê çaverêkirin ku ev sewqiyat dê di nava vê mehê de pêk were.
Derbarê vê hêzên ku dê li hemberî Îranê were bicî kirin hêj daxuyaniyeke fermî nehatiye belavkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin