Gelo haya ‘Soranî’ ji hemleya nû ya Tirkiyê heye?
PeyamaKurd – Rojnameya Yeni Şafak a Tirkiyê bi sernavê “Ji bo 10 welatan bi 10 zimanan rojname” nûçeyek belav kir.
Di nûçeyê de hat gotin ku Albayrak Medya ji bo hejmara xwendekarên derveyî welat li Tirkiyê zêde bike, ‘Rojnameya Universite ya Yeni Şafak’ amade kiriye. Herwiha tê diyarkirin ku rojnameya navborî dê bi zimanên Tirkiya Azerî, Kazakî, Erebî, Îngilîzî û Soranî ango bi 5 zimanan li 10 welatan bê belavkirin.
‘Gelo hemleya Soranî plana nû ya Tirkiyê ye?’
Hêjayî bibîrxistinê ye du sal berê dema Referandûma Kurdistanê, Tirkiyê polîtîkayeke wisa dimeşand ku ‘Dewleta Kurd’ wekî xirabkara tevahiya nîzama cîhanê dinirxandin.
Yanî kurdên ku tenê ji bo hin berjewendiyên rojevên tirkan bira ne, çawa ku bidin pey mafên xwe dibin dijminên wan.
Di nûçeya Yeni Şafakê ya 12ê Nîsana 2019an weşiyaye de, di nav pênc zimanan de navê ‘Soranî’ jî derbas dibû. Wê Yeni Şafak ‘Rojnameya Universite’ bi Soranî jî biweşîne û li deh welatan belav bike.
Albayrak Medya, yurt dışından Türkiye’ye gelen öğrenci sayısını arttırmak için Yeni Şafak Üniversite Gazetesi’ni hazırladı https://t.co/Cd7yWldOFY
— Yeni Şafak (@yenisafak) 12 Nisan 2019
Deshilatdariya Tirkiyê ku dema referandûmê ji kurdan re digot, emê deriyan li we bigirin, hûnê birçî bimînin ti bertekek ji Rojnameya Soranî ya Yeni Şafakê re nîşan nedaye.
Ev vê pirsê tîne bîra mirov, “Gelo ev hemleya Soranî planeke nû ya Tirkiyê ye, yan jî dixwazin soranî bikin alavek ji bazirganiya xwe re?”
Yek ji îdiayên vê dawiyê jî ew e ku xwediyên Rojnameya Yeni Şafakê ango Gruba Albayrakan ji şaredariya mezin a Stenbolê 33 îhale standiye.Herî dawî jî nivîskarê rojnameyê Omer Lekesiz nivîsek li ser hilbijartinên herêmî belav kiribû û gotibû, “Bila li bajarên kurdan şaredar ji aliyê dewletê ve bên tayînkirin”.
Hêjayî bibîrxistinê ye, sala 1970an dem adi navbera PDK û rejîma Beasî de 11ê Adarê peymana otomaniyê hat îmzekirin, Tirkiyê pêşniyar kiribû ku li Başûrê Kurdistanê perwerdehî tenê bi ‘soranî’ bê kirin. Ev plana han bi ser neket. Piştî 50 salan deshilatiya niha ya Tirkiyê ku Gruba Albayrak jî beşek jê ye, di pêwendiyên xwe yên bi Başûrê Kurdistanê re de xwest kurdên bakur bêdeng bike û wan bike AKPyî ku ev plan jî negirt.
‘Rojnameya ku herî zêde bi manşetên xwe neyartiya Barzanî kiriye’
Dema referandûma Kurdistanê di manşet û nûçeyên Yeni Şafakê de, bi awayekî eşkere neyartiya Serok Mesûd Barzanî hat kirin.
Li ser hesabê Twitterê yê Yeni Şafakê (21 Îlon 2017) wiha dihat gotin, “Di hewla Referandûma Serxwebûna Kurdistanê de weşana ku hişyariyên herî zelal dane Barzanî Rojnameya Yeni Şafakê ye.”
Lê belî îro jî heman rojname dê rojnameya soranî çap bike, lê ne ya kurmancî. Wekî sedem jî belavbûna derveyî welat nîşan didin.
Erê çima ne kurmancî, lê bi soranî? Bersiv eşkere û zelal e: Piraniya kurdan bi kurmancî dipeyivin û alfabeya latînî bikar tînin. Dibe ev jî hişyarbûne netewî di nav kurdan de çêke.
‘Entelektuelên qaşo kurd jî van deman li piyasê ne’
Di vê heyamê de herwiha li başûr hin derdorên qaşo akamedîk û entelektuelên ji devre îtxal jî ji nû ve ji bo pêxweşkirina bi tirkan re derketine piyasê. Ew kesayet jî dibêjin, qet nebe dema referandûmê Tirkiyê deriyên gumrikê li me negirtin û hewil didin bi wan daxuyaniyên xwe yên pûç û vala derbarê kurdan xwe bikin xwedî gotin.
Ji xwe ew akademisyenên ku niha dibêjin, ‘Qet nebe Tirkiyê dema referandûmê derî li me negirtiye’ xiyaneta 16ê Cotmehê jî pesend kirine.
Tê zanîn ku Erdogan piştî xiyaneta 16ê Cotmehê leşkerên xwe li sînor bicih kiribûn û hewil dida Deriyê Îbrahîm Xelîl radestî Bexdayê bike. Hevdem Serokwezîr Binalî Yildirim jî gotibû: “Vê sibehê Xebûr radestî Iraqê hat kirin. Ji niha şûnde dê hemû kontrolên gumrikê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve bên kirin. Di demeke kurt de jî emê korîdoreke nû vekin.”
Yanî behsa projeya deriyê Ovakoyê dikir ku ji salên 90î ve dewleta tirk dixwest wê korîdorê veke, lê dikirin nedikirin bi ser nediket.
Çend roj berê Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu jî dabû xuyakirin ku ew dê têkiliyên bi Hewlêrê re asayî bikin.
Wekî ku me li jor jî behsa wan bûyeran kir, tişta bi vê pêngava Yeni Şafakê tê bîra me ev e:
“Hemleya soranî ya Tirkiyê gelo planeke nû ya bazirganî ye ku soranî li nav bazarê ji bo berjewendiyên xwe wekî alavekê bikar werîne?”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin