General Mezlûm bang li Amerîka û Rûsyayê kir: Tirkiyê rawestînin...

22 November 2019 14:09 0 dîtin
General Mezlûm bang li Amerîka û Rûsyayê kir: Tirkiyê rawestînin...

PeyamaKurd -  Fermandarê Giştî yê HSDê General Mezlûm Ebdî (Kobanî) êrîşên ser sivîlan bibîr xist û bang li Amerîka û Rûsyayê kir, Tirkiyê rawestînin û berpirsiyariyên xwe yên rêkeftinên pêk anîne bicih werînin.

Mezlûm Kobanî li ser twitterê bûyera êrîşa ser malbatekê li Girê Spî bi balafirên bê pîlot ku Tirkiyê gotibû 7 YPGyî hatine kuştin bibîr xist û da zanîn ku balafirên bêpîlot li herêma Kobaniyê malbateke 7 kesî kirine armanc û diyar kir, “Tirkiyê, bi îdîayên kuştina 7 terorîstan, li nêzikî Kobaniyê malbeteke Kurd bi dronan komkuj kir.”

General Mezlûm di berdewamê de jî dibêje, “Garantorên agirbestê Amerîka û Rûsya, li hemberî komkujiyên Tirkiyê berpirsyar in di parastina zarokên me de. Em bang li Amerîka û Rûsyayê dikin ku Tirkiyê rawestînin û ji bo ku hesab bide lêpirsînekê li ser bikin.”