General Mezlûm bo Sky News: DAIS xwe li herêmên kontrola Tirkiyê birêxistin dike

13 November 2019 19:44 0 dîtin
General Mezlûm bo Sky News: DAIS xwe li herêmên kontrola Tirkiyê birêxistin dike

PeyamaKurd - Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) General Mezlûm Kobanî (Ebdî) ji Sky Newsrê re ragihand ku rêxistina terorîst DAIŞ li herêmên jêr kontrola desthilata Tirkiyê xwe ji nû ve birêxistin dike.

Mezlum Kobanê ji Sky Newsê re daye xuyakirin ku serî rakirina terorîstên DAIŞê li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê metirsiyeke mezin û cidî ye û da zanîn, êrîşa artêşa Tirkiyê ya ser Rojavayê Kurdistanê hêviya bihêzbûnê daye çekdarên DAIŞê, ji ber DAIŞ li wan herêmên ku artêşa Tirkiyê dest daniye ser binkeyên xwe vedike.

Li gorî Sky Newsê Fermandarê Giştî yê HSDê belgeyên temam eşkere kirine ku îspat dike Tirkiye xwe birêxistinkirina çekdarên DAIŞê teşwîq dike.

Beriya niha jî HSDê lîsteyeke dirêj a çekdarên DAIŞê yên berê ku niha di nav komên çekdarên girêdayî Tirkiyê de, êrîşî Rojavayê Kurdistanê dikin belav kiribû û hevpeymaniya navdewletî jî ragihandibû ku lêkolînê li ser wan dikin.