General Mezlûm: Me rêkeftina Amerîkayê û Tirkiyê qebûl nekiriye, tenê agirbest qebûl kiriye

25 October 2019 09:47 0 dîtin
General Mezlûm: Me rêkeftina Amerîkayê û Tirkiyê qebûl nekiriye, tenê agirbest qebûl kiriye

PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî spasiya helwesta Serok Barzanî kir û ragihand, deriyê Sêmalka henaseya Rojavayê Kurdistanê ye û dê destê hêzên wan de bimîne.

Fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî (Kobanî) di civîneke rojnamevaniyê de ragihand, ew spasiya helwesta Serok Barzanî û berpirs û partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê dikin û got jî, pêwîst e li ser van êrîşên ser Rojavayê Kurdistanê hêzên Kurdistanî bibin yek.

‘Deriyê Sêmalka henaseya Rojavayê ye û dê destê hêzên wan û Rêveberiya Xweser de bimîne’

Derbarê gotinên radestkirina deriyê Sêmalka yê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de bo hikumet Suriyê, Ebdî got deriyê Sêmalka henaseya Rojavayê Kurdistanê ye û stratejîk e û dê destê hêzên wan û Rêveberiya Xweser de bimîne û ew ti carî bazarê ser vî deriyî nakin.

General Mezlûm Ebdî li ser êrîşên artêşa Tirkiyê de got, êrîşa Tirkiyê berdewam dike, Trump û Amerîkayê jî berpirsyariya vê yekê hildigrin. “Êrişên Tirkiyê berdewam in, Amerîka û serok Trump jê berpirsyar in. Têkiliyên me bi Amerîkayê re li rojhilatê Sûriyê berdewam e, em ji wan dixwazin şaştiyên xwe yên berê derbas bikin

‘Me rêkeftina Amerîkayê û Tirkiyê qebûl nekiriye, tenê agirbest qebûl kiriye’

Mezlûmî herwiha got, Amerîka êrîşa Tirkiyê ranewestandiye û bi tenê hewla fişarên aborî û dîplomasî dike, bêyî ku ti encamên mezin pêk bîne. Got jî, wan rêkeftina Amerîkayê – Tirkiyê qebûl nekiriye û bi tenê agirbest qebûl kiriye.