General Mezlûm: Tirkiyê tehemûlî twîta Kurdî ya koalîsyona fermî nekir

20 November 2019 21:25 0 dîtin
General Mezlûm: Tirkiyê tehemûlî twîta Kurdî ya koalîsyona fermî nekir

PeyamaKurd – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) General Mezlûm Ebdî li ser twîta berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê Myles Caggins a Kurdî ku şervanên YPJê bi gotineke pêşiyên Kurdan pîroz kiribû daxuyanî da.

Mezlûm Ebdî li ser nûçeyên nerazîbûna bo twîta Caggins got, Tirkiyê tehemula twîta Kurdî ya koalîsyona fermî nekir. Caggins bi gotineke pêşiyên Kurdan wekheviya şervanên jin û mêran pîroz kiribû. Ev bixwe jî nîşaneya dijminatiya Kurdên Sûriyê ya Tirkiyê ye, ne ya YPGê ye.”

Caggins li ser nûçeya VOA News a merasîma bidawîanîna xula nû ya perwerdeya şervanên jin twîteke bi Kurdî nivîsî û got, “Şêr şêr e çi jin e çi mêr e! Pîroz be li şervanên nû. Her bijî!”