Tirkiyê ji bo General Mezlûm û Sahoz Hesen biryara desteserkirinê derxist

30 December 2019 16:46 0 dîtin
Tirkiyê ji bo General Mezlûm û Sahoz Hesen biryara desteserkirinê derxist

PeyamaKurd – Dadgeha Tirkiyê ya Cezayê Sulh a 2yemîn a Enqerê, bi hinceta ku tiliya wan di êrîşa Saziya Bacê ya Çukurambar a Enqerê de hebûye, Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Kobanî (Ebdî) û Hevserokê PYDê Şahoz Hesen jî di nav de, ji bo hejmarek kesên PYDyî û PKKyî biryara desteserkirinê derxist.

Dozger di rûniştina dadgehê de, mutaleaya xwe eşkere kir û ji bo rêveberên PKKê Sabrî Ok, siyasetmedar Remzî Kartal, Mezlûm Ebdî, Hevserokê PYDê Şahoz Hesen, Fermandarê HPGê Nurettîn Xelef û du kesên din xwest ku bên desteserkirin û wan derxin pêşberî dadgehê.

Serdozgeriya Enqerê ji bo teqîna 1ê Sibata 2018an a li saziya bacê ya li Çukurambar a Enqerê, ku 4 kes birîndar bûbûn, doz li 51 kesan vekiribû.