Generalekî Rûs: Me careke din piraniya Kûrskê bi dest xist
PeyamaKurd – Serokê Yekîneya Operasyonên Sereke ya Serfermandariya Rûsyayê General Sergey Rûdskoy ji rojnameya Krasnaya Zvezda re axivî û diyar kir ku artêşa Rûsyayê pêşdeçûna xwe didomîne û li herêma Kûrskê zêdetirî 800 kîlometre çargoşe ji nû ve hatiye bidestxistin.
General Rûdskoy got ku hêzên Rûsyayê ji sedî 75ê herêmên Donetsk, Zaporîjiya û Qersonê yên Ûkraynayê û ji sedî 99ê herêma Lûhanskê kontrol dikin.
Rûdskoy diyar kir ku ev her çar herêm niha bi awayekî qanûnî beşek ji Rûsyayê ne û tu carî li Ûkraynayê nayên vegerandin û ev gotinên jêrîn bi kar anîn:
“Sala borî xaleke werçerxanê bû di gihandina armancên me de. Rejîma Kîevê êdî wê nikaribe bi awayekî berbiçav rewşa meydana şer biguherîne. Dijmin bi giranî şiyana hilberandina çek, amûr û cebilxaneyên pêwîst ji dest da.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin