Netanyahu: Biden sas e – polîtîkayên min ji alî piraniya Îsraîliyan ve têne destekkirin

11 March 2024 12:46 0 dîtin
Netanyahu: Biden sas e – polîtîkayên min ji alî piraniya Îsraîliyan ve têne destekkirin

PeyamaKurd - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bersivê da daxuyaniyên Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Joe Biden û got: “Ez di wê baweriyê de me ku siyaseta Serokê DYA Joe Biden piştgiriya Îsraîliyan nake.”

Li gor Ajansa Nûçeyan a Frensî (AFP) Serokwezîrê Îsraîlê di nirxandina daxuyaniya Joe Biden ku gotibû “Netanyahu ji sûdê bêhtir ziyanê daye Îsraîlê” got: "Bi rastî ez nizanim mebesta Serok Biden çi ye, lê ger di wateya ku ‘em li dijî daxwazên piraniya Îsraîliyan polîtîkayan dimeşînin an jî berovajiyê berjewendiyên Îsraîlê kar dikin’ de be, di her du wateyan de jî ew şaş e."

Netanyahu wiha domand: “Ev ne tenê polîtîkayên min in; Ev, ew polîtîka ne ku ji aliyê pirraniya zêde a Îsraîlî ve têne piştgirîkirin. Ev piranî piştgiriyê dide çalakiya me ya têkbirina lîwayên mayî yên terorîstên Hemasê. Dibêjin dema ku em Hamasê hilweşînin, tiştê dawî ku divê em bikin ev e ku wê li Xezzeyê bi cih bikin... An jî desthilatdariya Filistînê ya ku terorê hînî zarokên xwe dike û terorê fînanse dike, berpirsiyariya Gazzeyê bigire ser milê xwe. Ew piştgiriya min dikin ku divê em bi awayekî kategorîk dewleta Filistînê ya ku li ser me hatiye ferzkirin red bikin."

Biden duh di hevpeyvîna xwe ya bi MSNBCê re gotibû: "Mafê wî (Netanyahu) heye ku Îsraîlê biparêze û hêrişên li ser Hemasê bidomîne, lê divê di babeta jiyana sivîlên bêguneh de bêtir baldar be. Bi raya min siyaseta wî ji sûdê bêtir ziyanê dide Îsraîlê."