Hêzên Pêsmerge bi sîstemeke lojîstîkî ya pêsketî bihev tên girêdan
PeyamaKurd - Hêzên Hevpeymanan sîstemeke lojistîkî ya bihêz ji Pêşmergeyan re datîne, bi rêya wê sîstemê tevaya yekîneyên Pêşmergeyan bi hev re tên girêdan.
Wezareta Pêşmerge îro 24ê Hezîranê ragihand, Cîgirê Serokê Erkanên Wezareta Pêşmerge Lîwa Rukin Hoşmend Heyder bi hevpariya Birêveberê Hevahengiyê, birêveberên mîrî yên giştî yên serbazî û gihandinê û Birêveberê ITyê yê Wezareta Pêşmerge ligel Berpirsê Nivîsîngeha Alîkariyê ya Ewlehiyê ya Konsulxaneya Amerîkayê Kolonel Maichel Gacheero û şanda pê re, ku ji nûnerên hêzên Hevpeymanan li Herêma Kurdistanê û Serperiştê Danîna Projeya Lojistîkî ya Hêzên Hevpeymanan John Kirtz pêk dihat re civiyan.
Wezareta Pêşmerge ragihand, di wê civînê de danûstandin li ser danîna sîstemeke lojistîkî ya bihêz ji bo Pêşmergeyan hatiye kirin.
Hate diyarkirin, di civînê de biryar hatiye dayîn ku tîmeke hevpar serdaneke meydanî ji bo wî cihî bike yê ku dixwaze sîstema xwe lê binecih bike, tevî awayê danîna wê sîstemê.
Wezareta Pêşmerge eşkere kir, armanc ji danîna wê sîstemê girêdana hemû yekîneyên Wezareta Pêşmerge bi awayekî mukimtir û baştir e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin