Hamasê dê û keça welatiyên Amerîkayê yên dîl hatibûn girtin serbest berdan
PeyamaKurd – Di daxuyaniya baskê leşkerî yê Hamasê Tûgayên Îzzeddîn El-Qassam a li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de belav kir de hat ragihandin, dê û keça welatiyên Amerîkayê yên li Gazzeyê dîl hatibûn girtin serbest hatin berdan.
Pevçûnên Îsraîl û Hamasê di roja 14. de berdewam dikin. Di dema ku artêşa Îsraîlê êrîşên xwe yên esmanî yên li ser Şerîda Gazzeyê didomîne, lêgerîna xwe ya li herêmê jî ji bo dîtina kesên ku di destê Hamasê da êsîr in berdewam dike.
Di daxuyaniya do ya baskê leşkerî yê Hamasê Tûgayên Îzzeddîn El-Qessam de hat ragihandin, dayik û keça welatiyên Amerîkî ji ber sedemên mirovî hatine berdan.
Di daxuyaniyê de herwiha hate gotin, armanca Tûgayên El-Qassam bi vê pêngavê ew e ku ji gelê Amerîka û cîhanê re îsbat bike ku îdîayên Biden û rêveberiya wî ya faşîst derew û bêbingeh in.
Têkildarî berdana girtiyan heta niha ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve ti daxuyanî nehatiye dayîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin