HDP û YSP, li ser çend mijaran dicivin

30 July 2023 23:30 0 dîtin
HDP û YSP, li ser çend mijaran dicivin

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku hatin ragihandin, Endamên Lijneya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Keskan û Pêşerojê ya Çep (YSP), sibê li ser hin mijarên girîng dicivin.

Tê payîn ku civîn sibê saet di 11:00 de dest pê bike û pêşniyazên civînên gel ên di 5ê Tîrmehê de dest pê kiribûn, bên nirxandin û li ser serdema nû nîqaş bên kirin. 

Li gorî hat diyarkirin, di vê civînê de dê li ser rojên salnameya atolye û konferansan jî dan û stendin bên kirin.

Her wiha hat ragihandin ku mijareke din a civînê, gefa li ser girtina HDPê ye û dê bê nirxandin bê ka bi pêvajoya kongreyê re dê HDP qadê bi temamî ji Partiya Çep a Kesk re bihêle yan na. 

Tê payîn ku kongre di meha îlonê de bê lidarxistin û Partiya Çep a Keskan jî di kongreyê de navê xwe biguherîne.