HDPê biryar da ku 11ê Nîsanê li AYMê parastina xwe neke
PeyamaKurd – Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê (AYM) ji bo doza girtinê, ji bo 11ê Nîsanê dîroka parastina devkî diyar kiribû, daxwaznameyek ji AYMê re şand.
Di daxwaznameya HDPê de, ji AYMê re hatiye ragihandin ku ew dê 11ê Nîsanê parastina devkî ya li ser doza girtinê nekin.
Buroya Ragihandinê ya HDPê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji ber wan gelek caran ji AYMê daxwaza paşxistina piştî hilbijartinan a doza girtinê ku bi awayekî siyasî hatiye vekirin, kiriye jî hemû daxwazên wan hatine redkirin.
Hat gotin ku ew dê li hember helwesta AYMê ya redkirina daxwazên wan, 11ê Nîsanê parastina xwe nekin, ji ber ku ev tê destwerdanak hilbijartinên adil û serbest.
Hêjayî bibîrxistinê ye, HDP ji ber egera girtina partiyê bi navê Yeşil Sol Parti (YSP) beşdarî hilbijartinên 14ê Gulanê dibe û hemû amadekariyên xwe li ser wê kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin