HDPê di Cejna Zimanê Kurdî de peyamek wesand û banga xwedîderketina kurdî kir

15 May 2019 13:40 0 dîtin
HDPê di Cejna Zimanê Kurdî de peyamek wesand û banga xwedîderketina kurdî kir

PeyamaKurd - HDPê bi daxuyaniyeke nivîskî Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir. Di daxuyaniyê de daxwaz hatiye kirin ku Tirkiye li gorî esasen peymanên navneteweyî yên ku mafê perwerdehiya zimanê dayikê hatiye misogerkirin, qanûna bingehîn biguherîne.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di daxuyaniya xwe diyar dike ku zimanê me rabirdû û dahatûya me ye. Cejna Zimanê Kurdî di şexsê Celadet Alî Bedirxan de li tevahiya kedkar û xemxwer û hezkiriyên Kurdî pîroz be.

Daxuyaniya Cejna Zimanê Kurdî ya Lijneya Rêvebirina Navendî ya HDPê wiha ye:

15 Gulana 1932’an bi pêşengiya Celadet Alî Bedirxan li Şamê Kovara Kurdî ya bi navê Hawarê dest bi weşanê kir. Taybetmendiya Kovara Hawarê ew bû ku cara yekem zimanê Kurdî bi tîpên Latînî hat xwendin û nivîsandin. Ji vê sedemê her sal 15’ê Gulanê wek Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin.

Em di roja Cejna Zimanê Kurdî de careke din banga xwedîderketina Kurdî dikin û heta dawiyê em ê mafê perwerdehiya zimanê dayikê biparêzin û bibin piştevanê têkoşîna azadkirina hemû zimanên bindest. Ji bo ku perwerdehiya zimanê dayikê bê dayîn em dixwazin Tirkiye li gorî esasen peymanên navneteweyî yên ku mafê perwerdehiya zimanê dayikê hatiye misogerkirin, qanûna bingehîn bê guhertin.

Ger mirov li dîrok û kûrahiya zimanê Kurdî dinihêre bêgûman rastiyeke din dibîne; ew rastî jî ew e ku parastin û pêşvebirina ziman, çand û wêjeya Kurdî tene ne ji bo gele Kurd, her wekî din ji bo tevahiya civakê dewlemendî ye.