Îro Cejna Zimanê Kurdî ye û Cejna Zimana Kurdî pîroz be!

15 May 2020 12:00 0 dîtin
Îro Cejna Zimanê Kurdî ye û Cejna Zimana Kurdî pîroz be!

PeyamaKurd - Celadet Alî Bedirxan di 15ê Gulana 1932yan de yekemîn hejmara kovara Hawar çap kir û weşand û ji ber wê eykê jî 15ê Gulanê wekî Cejna Zimanê Kurdî hatiye diyarkirin û her sal tê pîrozkirin

Ji 2006an û vir ve Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin

Îro 15ê Gulanê roja Cejna Zimanê Kurdî ye. 88 sal berî niha di 15ê Gulana sala 1932an de Celadet Alî Bedirxan yekemîn kovara Kurdî bi navê Hawar çap kir. Ji ber çapkirina yekemîn kovara bi zimanê Kurdî, ji sala 2006an ve ji aliyê kurdan ve wek Cejna Zimanê Kurdî hatiye diyakirin û bi bername û çalakiyên taybet pêşwazî li vê rojê tê kirin.

Hawar, kovarareke bi Kurdî ye û cara pêşî bi Kurdî kovarek hatiye weşandin. Kovarê heta sala1943yan weşana xwe domandiye û bi tevahî 57 hejmara çap bûye. 23 hejmarên ewil hem bi alfabeya latînî û hem bi ya erebî hatine weşandin lê ji hejmara 24an û pê ve tenê bi tîpên latînî weşana xwe domandiye.Di Hawarê de ji xeynî kurmancî nivîsên bi zaravayên zazakî û soranî jî hatine weşandin.

Hinek nivîskar û helbestkarên ku di Hawarê de nivîsandine ev in: Celdet Alî Bedirxan, Rewşan Bedirxan, Dr. Kamuran Elî Bedirxan, Osman Sebrî, Qedrîcan, Cegerxwîn, Qedrî Cemal Paşa, Nuredîn Zaza, , Ehmed Namî, Hesen Hişyar, Bişarê Segman û Reşîdê Kurd.


Em wekî malbata PeyamaKurd 15ê Gulanê roja Cejna Zimanê Kurdî li hemû kurdan û Kurdîhezan pîroz dikin. Bi hêviya ku ne salê rojekê lê heer 365 rojên salê li Kurdî xwedî derkevin. Cejna Zimanê Kurdî li me hemûyan pîroz be!