Cejna Zimanê Kurdî îsal bi çendîn bernameyên online tê pîrozkirin
PeyamaKurd - Saziyên kurdan ji bo pîrozbahiya 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî îsal nikarin dakevin qadan, nikarin li salonan çalakiyan li dar bixin lê li ser înternetê re çalakiyan li dar dixin. Di vê çarçoveyê de dê konser jî bêne dayîn, panel û gotûbêj jî li dar bikevin.
Li gorî malpera Diyarnameyê hin çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî wiha ne:
Çalakiyên Tora Ziman:
Tora Ziman û Çanda Kurdî (TZÇKurdî) bernameyek fireh daye ber xwe. Ji konserê bigire heta gotûbêj û sohbetan dê çalakî hebin. Vaye bernameya Tora Ziman û Çanda Kurdî:
- Saet 15.00,
Konser: Ma Muzîk: Ma Muzîk ku li Amedê xebatên xwe yên muçîkê didomîne ji ser înternetê re ji bo pîrozbahiya Cejna Zimanê Kurdî stranên xwe pêşkêş bike.
Bername dê ji ser instagrama Ma Muzîkê re bê pêşkêş kirin.
- Saet: 21.00
Heman rojê êvarê jî sohbetek bi navê "Jiyan û Berhemên Baba Tahir" li dar dikeve. Bername ji aliyê Samî Tan ve dê bê bi rê ve birin û Prof.Dr.Kadir Yildirim dê biaxive.
Ev bername dê ji ser instagrama TZÇKurdî re bê pêşkêş kirin.
- Saet. 21.00
Jin û Ziman:
Axifger: Netîce Altun, Ayşe Gokhan, Moderator: Devrim Demir
Li ser hesabê instagramê yê Roza Kadir Dernegî re dê weşan bê kirin.
- Saet 21.30
Gotûbêj: Zaravayên Kurdî
Axifger: Jîyan Cehanferd, Moderator: Evîn Durre
Li ser hesabê Enstîtuya Kurdî re dê weşan bê kirin.
- Saet 14.00
Bername: Di Zimanê Kurdî de Ziman, Çand û Tifaqa Kurdan
Axifger: Sînemxan Bedirxan, Ferda Cemîloglu, Kendal Nezan, Zana Farqînî, moderator Cevahîr Sadak
Bername dê li ser televîzyonên kurdî re bê pêşkêş kirin.
- Saet: 21.00
Gotûbêj: Folklor, Ziman û Zargotin
Axifger: Prof. Dr. Celîlê Celîl, moderator Zeynep Yaş
Bername dê ji ser instagrama Weqfa Mezopotamyayê re bê pêşkêş kirin.
Bernameya Du Komeleyan
Du komele, Komeleya Wêjekarên Kurd û Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê bi hev re bernameyek saz dikin. Bername di bin moderatoriya nivîskar Ramazan Kaya de dê li dar bikeve. Serokê Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê Eyup Guven dê li ser 'Ziman çi ye", zimanzan Bahadîn Robar li ser 'Dîroka zimanê kurdî', dengbêj Aytenxan li ser "Dengbêjî û ziman', hevseroka komeleya wêjekarên kurd Sultan Yaray li ser 'Wêje û ziman', helbestvan Nucan Delîl û Ciwan Serhedyan jî dê li ser helbestên biaxivin.
- Saet 16.30
Gotûbêj: Awanbîyayîşê Vateyî Seba Kirmanckî, Rol û Muhîmîya Vate
Axifger: Îhsan Espan, Moderator Denîz Gunduz.
Bername dê ji ser instagrama Weqfa Mezopotamyayê re bê pêşkêş kirin.
-Saet 21.00
Gotûbêj: Rewşan Ziman li Rojhilatê Kurdistanê
Axifger: Prof. Dr. Abbas Welî, moderator Mîkaîl Bilbil
Bername dê ji ser instagrama Weqfa Mezopotamyayê re bê pêşkêş kirin.
- Saet 21.00
Gotûbêj: Weşangeriya Ji Bo Zarokan û Nûciwanan
Axifger: Ulku Bîngol, Mem Bawer, moderator Bawer Berşev
Bername dê ji ser hesabê TZÇKurdî re bê pêşkêş kirin.
- Saet 22.00
Gotûbêj: Ziman û Perwerdehî li Başûrê Kurdistanê
Axifger: Prof. Dr. Evdilwehab Xalid Mûsa, moderator Mîkaîl Bilbil
Bername dê ji ser instagrama Weqfa Mezopotamyayê re bê pêşkêş kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin