Hejmara pêketiyên rojane gihîst rêjeyeke metirsîdar: 361 pêketî, 5 wefat
PeyamaKurd - Li Herêma Kurdistanê bi taybet piştî belavbûna cûreyên nû yên vîrusa koronayê li seranser cîhanê, ev demeke hejmara pêketiyên rojane zêde dibe.
Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe ya îro 11ê Adarê ya rewşa dawî ya vîrusa koronayê de ragihand ku di nav 24 saetên borî de 361 kesên din li seranserê Herêma Kurdistanê bi Covid-19 ketine û 5 kesan jî can daye.
Hat eşkerekirin ji 361 pêketiyên nû 67 kes li Hewlêrê, 110 kes li Silêmaniyê, 75 kes li Duhokê, 3 kes li Helebce, 3 kes li Germiyanê û 3 kes li Raperînê ne.
5 kesên wefat kirine jî 3 kes li Hewlêrê, kesek li Silêmaniyê û kesek jî li Duhokê ye.
Wezaretê daye xuyakirin ku 134 nexweşên koronayê jî di 24 saetên dawî de baş bûne.
Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketinên koronayê gihîşt 111 hezar û 877 kesan, ya mirinan bû 3 hezar û 551 kes û heta niha 105 hezar û 18 kes jî baş bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin