Heleb | Di navbera hêzên Sûrî û opozîsyonê de serekî giran derket

14 May 2019 17:49 0 dîtin
Heleb | Di navbera hêzên Sûrî û opozîsyonê de serekî giran derket

PeyamaKurd – Çavkaniyên herêmê ragihandin ku li Rojhilatê Helebê di navbera hêzên rejîma Sûriyê ku komên girêdayî Îranê jî piştevaniya wan dikin û komên çekdarên opozîsyonê de şerekî tund rû da.

Çavkaniyeke ji xeta eniya şer ragihand ku hêzên artêşa Sûriyê û  grûbên çekdarên opozîsyonê li başûrê bajarê Babê aliyê bakurê Tadefê rûbirûyî şerekî dijwar bûne.

Heman çavkaniyê ragihandiye, li herêma Babê ya ku şer qewimî ye ji sala 2016an ji dema ku ji aliyê artêşa Tirkiyê û hêzên opozîsyonê ve hatiye kontrolkirin ve aramî hebûye.