Hemas: Îsraîl êrisî Refahê bike wê peymana pevguhertinê têk biçe
PeyamaKurd - Televizyona El-Aqsa ya di nûçeya xwe ya ku spart berpirsekî Hemasê ku navê xwe eşkere nekiriye, ragihand ku Hemasê gef xwariye ku eger Îsraîl li dijî Refahê êrişeke bejayî pêk bîne, wê danûstandinên peymana pevguhertina dîl û girtiyan ji binî têk biçe.
Jêderê ku tê gotin berpirsê Hemasê ye ji televîzyona El-Aqsa ya Filistînê re axiviye û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bi pêkanîna jenosîd û karesata mirovî tawanbar kiriye û gotiye: "Netanyahu, bi pêkanîna êrişa bejayî ya li ser Refahê hewl dide ku peymana pevguhertinê ya dîl û girtiyan têk bibe. Tiştê ku Netanyahu û artêşa wî di heyama 4 mehan de nekaribûne bi dest bixin, şer çiqas dirêj bibe jî wê nikaribin bi dest bixin."
Li gor nûçeyên ku hefteya borî di medyaya Îsraîlê de derçûbîn, Netanyahu gotibû ku artêşa Îsraîlê, piştî ku erka xwe ya li Xan Yûnisa li başûrê Xezzeyê bi dawî bike, wê xwe ji bo êrişa bejayî ya Refahê amade bike.
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), hefteya borî, li paytexta Fransa Parîsê, bi beşdariya şandên Fransa, Misir, Îsraîl û Qeterê civînekê pêk anînbû.
Di civînê de hatibû pêşniyazkirin ku di navbera Îsraîl û Hamasê de danûstandinên ku ji sê qonaxan pêk bê bêne destpêkirin, lê belê ev pêşniyaza ku plana agirbestê û peymana pevguhertinê jî dihundirand ji alî Îsraîlê ve, bi sedema ku daxwazên Hemasê pêk tîne, hatibû redkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin