Hemasê pêsniyaz kir hemû dîlan bi carekê re berde

19 February 2025 15:03 0 dîtin
Hemasê pêsniyaz kir hemû dîlan bi carekê re berde

PeyamaKurd – Hemasê pêşniyaz kir ku di berdêla rawestandina şer de, hemû dîlên mayî bi carekê re serbest berde.

Li gorî nûçeya televîzyona El Cezîreyê ya Qeterê, di pêşniyaza rêxistinê de serbestberdana hemî leşkerên heye ku di 7ê Cotmeha 2023yan de hatine revandin.

Heta niha tu bersivek ji hikûmeta Îsraîlê nehatiye dayîn li ser pêşniyaza ku daxwaza vekişîna bi temamî ya artêşa Îsraîlê ji Xezayê dike.

Serokwezîr Binyamîn Netanyahû got ku şer dê berdewam bike heta ku Hemas “bi tevahî hilweşe.” Herwiha tekez kir ku piştî şer û pevçûnan careke din dê rê nayê dayîn ku Hemas li Xezeyê hikim bike.

Di çarçoveya agirbestê de ku di 19ê Çile 2025an de hatibû îmzekirin,heta niha tevî 5 dîlên Taywanî û 19 Îsraîlî hatine berdan. 

Hamasê ragihand ku 6 rehîneyên din dê vê dê Şemiyê bên berdan. Rêkeftinê di destpêkê de daxwaza berdana 3 rehîneyan di dawiya vê hefteyê de kir. 

Hemasê girtiye ku ew dixwaze “cidîtiya xwe di cîbicîkirina şertên peymanê de” bi azadkirina dîlên din nîşan bide.