Her du aliyan jî pistrast kir: Li Balafirgeha Kabulê 12 kes bi guleyên wan hatine kustin

19 August 2021 19:25 0 dîtin
Her du aliyan jî pistrast kir: Li Balafirgeha Kabulê 12 kes bi guleyên wan hatine kustin

PeyamaKurd – Piştî ku 15ê Tebaxa 2021ê Talîbanê bi kontrolkirina paytexta Afganistan Kabûlê re dest danî ser rêveberiya welat, li Balafirgeha Navdewletî ya Kabûlê ji ber welatiyên dixwestin birevin alozî derketibû û hejmarek kes jî bi guleyan hatibûn kuştin.

Talîban  û NATO’yê li ser wan bûyerên kuştina welatiyên sivîl ragihandin ku ji dema kontrolkirina balafirgeha Kabulê heta niha12 kes hatine kuştin.

Li gorî daxuyaniyên Talîban û Amerîkayê ji ber berdana guleyan ji aliyê çekdar û leşkerên wan ve ew kes hatine kuştin ku her du aliyan jî bi hinceta belavkirina xelkê gule berdane.

Civaka navdewletî heta niha bi guman li deshilatdariya Talîbanê dinêre û piştî daxuyaniyên Talîbanê yên nerm jî bang li Talîbanê dike, mercên wan pêk bîne heta ku bikarin bi fermî rêveberiya Talîbanê nas bikin.