Herêma Kurdistanê bo derziya Koronayê bi awayekî serbixwe peyda bike di nava hewildanekê de ye
PeyamaKurd – Herema Kurdistanê ji bo bi awayekî serbixwe derziya Koronayê peyda bike, di nava hewildanekê de ye û bi kompanyayên hilberiner re ketiye peywendiyê. Şêwirmendê Wezareta Tendirûstiyê ya Herema Kurdistanê Aram Rostem da zanîn, ew di derbarê peydakirina derziya Koronayê de geşbîn in.
Li gor Serokê Desteya Tenduristî û Zanistî û Şêwirmendê Wezareta Tendirûstiyê ya Herema Kurdistanê Aram Rostem diyar kir, ji bo ku derziya vîrûsa Koronayê bikirin bi kompanyeyên Pfizer a Amerîkî û AstraZeneca ya Îngîlîzî û Swêdî re hevdîtin pêk anîne.
Dr. Aram Rostem daye zanîn, “Em bi nûnerên van kompanyeyan yên Rojhilata Navîn re civiyan. Ji me re metnekî peymanê şandin, em ê vê pêşkêşî Lijneya Wezîran bikin.”
Rostem destnîşan kiriye û gotiye, ew dixwazin têra ji sedî 20 nifûsa Herêma Kurdistanê derziya Koronayê peyda bikin. Ji sedî 20 nifûsa Herema Kurdistanê, milyonek û 234 hezar kes e. Gava ji bo her kesek 2 doz bên hesapkirin, di qonaxa yekem de dê pêwîstiya me bi 2 milyon û 470 hezar derziyan hebe.”
Dr. Aram Rostem eşkere kiriye, wan Wezîrê Tendirûstiyê yê Herema Kurdistanê Dr. Saman Berzencî derbarê vê mijarê de agahdar kirine û got: “Em ê pêşniyaza xwe pêşkêşî Lijneya Wezîran bikin. Ew ê biryarê bidin. Dê li gorî vê rojek bê diyarkirin.”
Dr. Aram Rostem diyar kir, Lijneya Tendirûstiyê û Zanistiyê ya Herema Kurdistanê ji 11 endaman pêk tê û bi kompanyayên derziya Koronayê çêdikin re di têkiliyan de ne" û herwiha got: "Ez derbarê peydakirina derziya Koronayê de geşbîn im.”
Rostem eşkere kir, ew di derbarê bihabûna derziyê de nikare tiştek bibêje û ji bo ku derzî di bin sifirê 70 dereceyî de bên parastin dikarin xebatên pewîst bikin.
Li aliyê din Wezîrê Tendirûstiyê yê Herema Kurdistanê Dr. Saman Berzencî jî diyar kiriye, wan hêj bi wan kompanyeyan re tu peymaneke fermî îmze nekirine.
Li ser vê yekê Berzencî dibêje: “Eger were qebûlkirin, Lijneya Wezîran dê bûdceya guncaw ji bo derziyê amade bike.”
Herwiha Berzencî aniye ziman, eger ku bê erê kirin, ji bo derziyê dê nexşerêyek bê eşkerekirin.
Berdevkê Wezareta Tendirûstiyê ya Herema Kurdistanê Dr. Aso Hewêzî jî daye zanîn, derbarê kirîna derziya vîrûsa Koronayê de bi kompanyeyên Pfizer a Amerîkî û AstraZeneca ya Îngîlîzî û Swêdî û Sonopharm a Çînî re di têkiliyan de ne.
Hewêzî tekez kir, Kompanyeya Çînî Sinopharm dê 5 hezar doz derzî ji bo Herema Kurdistanê bibexşîne û Serokwezîrê Herema Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî ji bo hewldanên peydakirina derziyê piştgiriyê dide.
Li aliyê din tê çaverêkirin Iraq di meha Adarê de proseya derzîkirinê bide destpêkirin.
Herwiha Berdevkê Wezareta Tendirûstiyê ya Herema Kurdistanê Dr. Aso Hewêzî derbarê pêla sêyem ya Koronayê de hişyarî da.
Hewêzî ji hemwelatiyan xwest pabendî tedbîrên ku Wezareta Tundirûstiyê ragihandiye bibin û got: “Çiqas Herema Kurdistanê ji pêlên pandemiyê dûr bikeve, dê ewqas baştir be.”
Li gorî amarên Wezareta Tendirûstiyê ya Herema Kurdistanê ji destpêka pandemiyê heta niha li Herema Kurdistanê 106 hezar û 457 kes bi Covid-19 ketine, 101 hezar 587 kes baş bûne û 3 hezar û 487 kes jî can dane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin