Hesda Seibî dest danî ser 20 donim erdê cotkarên Kurd

04 May 2023 11:09 0 dîtin
Hesda Seibî dest danî ser 20 donim erdê cotkarên Kurd

PeyamaKurd – Hate ragihandin, hêzên girêdayî Heşda Şeibî li taxa Rizgarî ya navçeya Tuxurmatû (Xurmatu) zeviyên komek cotkarên Kurd dagir kirine.

20 dekar erdên cotkarên Kurd ji aliyê Heşda Şeibî ve li Tuûrmatûyê hat dagirkirin.

Hat eşkerekirin, hêzên girêdayî Heşda Şeibî li taxa Rizgarî ya navçeya Tuxurmatû (Xurmatû) ya Selahedînê zeviyên komek cotkarên Kurd dagir kirine.

Hat diyarkirin, hêzên Heşdî Şeibî cotkar ji zeviyên wan derxistine û gotine, ew naxwazin careke din wan li wan erdan bibînin.

Yek ji Kurdên ku axa wî hatiye dagirkirin ji K24ê re axiviye û gotiye, "Ew kesên hatin Heşda Şeibî bûn û piştî gelek heqaretan gule li me reşandin û gotin ku êdî ev erd ne yê we ye."

Kesê navborî daye zanîn, “Li ser axa me mal û cihên me hene. Gotin ku ev baregeheke leşkerî ye û wê weke baregeh were bikaranîn.”

Cotkarê Kurd destnîşan kirine, ev nêzî 50 sal in erd bi kar tînin û ev cara yekem e ku rastî rewşek bi vî rengî tên, cotkarê Kurd bang li rayedarên Kurdistanê kir ku li hemberî binpêkirinên li dijî Kurdan bêdeng nemînin û mafên wan paşve bistînin.